Fermandarê HSDê: Me tu rêkeftin bi Rûsyayê re li ser radestkirina Eyn Îsayê nekiriye
29 berfanbar 2020 15:31
PeyamaKurd – Di derbarê radestkirina bajarokê Eyn Îsayê, Fermandarekî HSDê daxuyaniyek da û got, wan tu rêkeftin bo radestkirina bajarokê Eyn Îsayê, bi Rûsyayê re nekirine.
Fermandarê HSDê yê li devera Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê Riyad El Xelef daye zanîn, wan tu rêkeftin bi Rûsyayê re li ser radestkirina Eyn Îsayê nekirine û ew nûçeyên ku behsa wê yekê jî dikin, ne rast in.
Herwiha wî fermandarê HSDê daye zanîn, hêzên Rûsî û rêjîma Sûriyê li derdora Eyn Îsayê kom bûne û di heman demê de êrîşên Tirkiyê jî li dijî deverê didomin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, do hatibû îdiakirin ku HSD razî bûye Eyn Îsayê radestî hêzên Rûsî û rêjîma Sûriyê bike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
HSD: Ji bo radestkirina Til Temirê bi Rûsyayê re ti rêkeftin çênebûye
17 mjd 2019
Cîhan
Esed: Di rêkeftina me ya ligel HSDê roleke Rûsyayê hebû
01 mjd 2019
Jiyan
Seybanî: Yekem rêkeftina ku Amerîka û Tirkiyê qebûl kiriye ya HSDê ye
23 mjd 2025
Jiyan
Serfermandarê Gistî yê Rûsyayê Gerasimov: Me Kupyansk bi dest xist
21 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin