Fermandarê HSDê :Kesên ji kuştina Alaa berpirs in tên cezakirin

09 adar 2026 17:03

Sîpan Hemo, yek ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), roja Duşemê piştrast kir ku hemû kesên ku destê wan di îşkencekirin û kuştina ciwanê bi navê Alaa El-emîn de heye dê werin dadgehkirin.

Fermandarê HSDê :Kesên ji kuştina Alaa berpirs in tên cezakirin
Alaa Alemin

RûpelNews - Hamo tekez kir ku "hemû kesên ku di îşkencekirin û kuştina xortê ciwan Alaa el-Emîn de beşdar in dê werin dadgehkirin û cezayên herî zêde yên qanûnî dê li ser wan werin birîn, da ku ji bo her kesê ku cesaret dike ewlehî û parastina civakê xera bike, ders be":

Hemo tekez kir, "Em ê hemî tedbîrên pêwîst bigirin da ku piştrast bikin ku bûyerên trajîk ên bi vî rengî dubare nebin, da ku tevna civakî û ewlehiya gelê me were parastin."

Ebdullah el-Emîn, pismamê Alaa Alamîn, ji Rûpel News re piştrast kir bu ku Alaa derdora yazde sal in li welatê Swêdê dijî û ji bo pîrozkirina daweta wî hatibû Qamişloyê.

Ebdullah bherwiha got, "Mehek piştî daweta wî, hêzên Asayîşê ew ji mala bavê wî girtin û heta îro em sedema girtina wî nizanin."

Pismamê wî zêde kir, "Tevî hewldanên me yên ji bo dîtina wî an jî agahdarbûna sedema girtina wî, ji me re tiştek nehat gotin, ji bilî ku hêzên Asayîşê ji me re piştrast kirin ku ew dê di demek nêzîk de were berdan."

Wî her wiha got, "Pênc meh piştî girtina wî, wan ji hejmareke swîsreyî bi me re têkilî danîn û ji me xwestin ku em werin, îdia kirin ku ew ê wî berdin. Lêbelê, em matmayî man dema me dît ku wan em birin nexweşxaneyê. Li wir me dît ku ew nêzîkî sê mehan di morgê de ji ber îşkenceyê miriye."

Ebdullah her wiha destnîşan kir ku "birîn û şikestinek li serê wî hebû."

Wî zêde kir, "Dema ku me hewl da ku em bi jimareya Swîsreyê ya ku wan ji bo gazîkirina me bikar aniye telefon bikin, ew qut bûbû.