Esed: Di rêkeftina me ya ligel HSDê roleke Rûsyayê hebû
PeyamaKurd - Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esed ragehand, ku ew tenê ji bo pirsên ewlekarî û leşkerî venagerin deverên di jêr destê HSD de û dê tevahiya desthilata dewletê ser bi wan deveran ve bisepînin.
Esed diyarkir: “Di rêkeftina artêşa Sûriyê ligel grûbên Kurdî ku nav li xwe dikin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) roleke Rûsyayê hebû. Babet ne tenê ji bo derbasbûna artêşa Sûriyê ye, artêşa Sûriyê tenê ji bo karê ewlekarî û leşkerî derbas nabe. Derbasbûna artêşa tê wateya derbasbûna dewletê ji bo wan deveran û dê bi hemû xizmetguzariyan derbas bibe.
Ev rêkeftin hatine kirin û em gihan piraniya deveran, lê hin astengî hene. Niha em li ser vê yekê kar dikin, ji ber ku pêwendiyên me yên rasterast beriya niha jî ligel wan grûban hebû, û dê her di dawiyê de dewleta Sûriyê destê xwe deyne ser wan deveran”.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin