Rûsya, Tirkiye û Îranê li Cenevê rêkeftina petrolê ya ligel HSDê red kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di çarçoveya destpêkirina hevdîtinên komîteya destûrê ya Sûriyê de, nûnerên her sê welatên garantorên Astanayê Rûsya, Tirkiye û Îranê bi Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyê bo Sûriyê Geir Pedersen re civiyan.
Li gorî daxuyaniya hevbeş a piştî civîna şeva borî ku ji deh xalan pêk tê, her sê dewletan jî dijatiya xwe li hemberî rêkeftina petrolê ya kompaniya Amerîkî bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re pêk aniye nîşan dan.
Di xaleke daxuyaniya hevbeş de, behsa rêkeftina verberhênana petrolê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û kompanyaya petrol a Amerîkî “Delta Crescent Energy” de hat kirin û hat gotin, Rûsya, Tirkiye û Îran wê rêkeftinê red dikin.
Herwiha rêkeftin wekî hewleke cudaxwaziyê pênase kirin û diyar kirin: “Rûsya, Tirkiye û Îranê li dijî derxistin û verberhênana neyasayî ya dahata petrola Sûriyê ne, Divê ew dahat ji komara Sûriyê re be.”
Serê meha Tebaxê hatibû ragihandin ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û kompanyaya Amerîkî “Delta Crescent Energy” rêkeftinek ji bo veberhênana petrolê îmze kirine ku rêveberiya Amerîkayê jî ji vê yekê haydar e.
Li gorî rêkeftinê 2 parzûngehên petrolê yên veguhêz têne avakirin ku bikarin rojane 20 hezar bermîlên petrolê berhem bînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin