HSDê nêzîkî hêzên rejîmê operasyon li ser DAISê kir
PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, li gundewarê Dêrazorê û Menbicê operasyonek pêk anî ku di encamê de û hejmarek terorîst hatin desteserkirin.
Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya daketineke esmanî li hêlên pêşî yên di navbera wan û rêjîma Sûriyê de, li rojhilatê Çemê Firatê operasyonek li dijî şaneyên DAIŞê pêk anî.
Hat zanîn ku di operasyonê de hejmarek bergumanên rêxistina DAIŞê hatin girtin û li bajarê Menbicê jî Encûmena Leşkerî ya Bajarê Menbicê di operasyoneke pişkinînê de, li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê li gundê Camûse ya li rojavayê bajarê Menbicê hejmarek terorîstên DAIŞê desteser kirin ku di nav wan de serkirde û berpirsên DAIŞê jî hebûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin