Rusya hişyarî da hemû welatan: Dîplomatên xwe ji Kîevê derxin
Rûsyayê hişyarî da ku eger êrîş li merasîma "Roja Serkeftinê ya 9ê Gulanê" were kirin, ew ê jî êrîş li paytexta Ukraynayê Kîevê dê bikin. Moskowê bang li nûneriyên dîplomatîk kir ku karmend û welatiyên xwe ji Kîevê derxin.
RûpelNews - Rûsyayê li ser nûnerên dîplomatîk ên biyanî yên li Kîeva paytexta Ukraynayê, bang li cîhanê kir ku nûnerên xwe ji Kîevê derxin.
Rakeşiya di navbera Rûsya û Ukraynayê de beriya pîrozbahiyên "Roja Serkeftinê ya 9ê Gulanê" li Moskowê, zêde dibin.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova, ragihand ku wan nnivîsa hişyariyê ji balyozxaneyên welatên biyanî yên ku li paytexta Ukraynayê Kîevê, kar dikin re şandiye û tê de ew hişyar kirine ku "karmend û welatiyên xwe ji Kîevê derxin."
Berdevk Zakharova got, "Eger rejîma Kîevê di dema pîrozbahiyên Serkeftina Mezin de planên xwe yên terorîstî pêk bîne, wê demê Hêzên Çekdar ên Federasyona Rûsyayê êrîşeke tolhildanê li dijî Kîevê dê bidin destpêkirin."
Di 9ê Gulanê de, roja ku tê de têkçûna Almanyaya Nazî di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de tê bîranîn û pîrozbahî tên lidarxistin, Rûsya dê li Qada Sor meşa leşkerî ya mezin li dar bixe.
