Rûsya: Hebûna NATOyê ya ser sînorê me tehdîda me ye

04 tîrmeh 2024 00:53
Rûsya: Hebûna NATOyê ya ser sînorê me tehdîda me ye

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Rûsyayê ragihand ku hebûna NATOyê ya ser sînorê Rûsyayê ji bo Rûsyayê tehdîde. Cîgirê rêvebirê çapemeniyê û agahiyan yê wezareta karên derve Andrey Nastasyin got ku NATO hêzên xwe yên ser sînorê Rûsyayê xwurt dike û ev jî ewlehiya feredarsyona Rûsyayê tehdîd dike.

Nastasyin, di civîna çapemeniyê ya li Moskovayê de ragihandina xwe ji bo çapemeniyê kir. Nastasyin her weha behsa Fînlandiyayê kir ku 15 ûnsûrên xwe daye NATOyê da bikarbînin û parlemento jî erê kiriye. Nastasyin got:

“Wê Rûsya bersiva vêya bide. Ev ewlehiya Rûsyayê tehdîd dike.”