ÎDÎA | Rûsya vekisiya: Tirkiya hebûna xwe ya li sînorê Tilrifet û Efrînê zêde dike
PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Tirkiyê sewqiyetê bo sînorê Tilrifetê dike û hebûna xwe ya leşkerî zêde dike. Li gorî medya erebî Rûsya ji Tirifetê vekişiye. Çavkaniyên herêmî jî diyar dikin ku Tirkiyê hebûna xwe ya li herêmê zêde dike.
Li Tilrifeta ku Rûsya jê vekişiya ye milîşeyên îranî, hêzên rejîmê û şervanên YPGê lê hene. Li gorî rêkeftina Moskowa, Tirkiye û Îranê; tê îdiakirin ku ji herêma ku Rûsya vekişiyaye dê hêzên rejîmê û milîşeyên girêdayî Îranê li herêmê bimînin.
Hêjayî gotinê ye ku ev du hefte ne ku Tirkiyê li Efrînê û deverên din ên di destê Sûriyê hebûna xwe ya leşkerî û cebilxaneyî zêde dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin