RûpelNews dest bi weşanê kir: Merheba!

01 adar 2026 11:19

Wekî ku berê me ji raya giştî re ragihandibû ku em 1’ê Adarê de dest bi jiyana weşanê ya fermî dikin. Ji îro ve RûpelNewsê demjimêra weşana testê temam kir û bi fermî dest bi jiyana weşanê kir.

RûpelNews dest bi weşanê kir: Merheba!

RûpelNews - Me diyar kiribû ku emê bi têgihiştinek ku Kurdistanê wek navend digire, bi prensîb û vizyon û bi berpirsiyarî derkevin rê. Di dema weşana testê de me bingeha xwe ya teknîkî xurt kir, pergala edîtoryal saz kir, herikîna naverokê plansaz kir û rêgezên weşanê zelal kirin. Em êdî ne tenê di qonaxa amadekariyê de ne; lê em li meydanê ne û em mayîndar in.

Ekîba xurt, xeta weşaneka zelal

RûpelNews bi edîtorên xwedî tecrûbe, bi peyamnêrên ku herêmê ji nêz ve dişopînin û bi tîmek xwedî dîsîplîn dest bi jiyana weşanê kir. Her nûçe dê piştî pêvajoya piştrastkirinê were weşandin. Ji naverokên bê çavkanî, ji sernavên manipulatîf û ji tevlihevîya agahiyê cîh li ser vê platformê nîne.

Xeta me zelal e: Em têgihiştina weşanê ya ku di bin navê bêalîtiyê de tê kirin, li xwe nakin rêber. Em li aliyê rastiyê ne. Bêyî ku nûçe û şîroveyan tevlihev bikin, em ê rastîyê bi awayekî vekirî derxînin holê.

Referanseke çavkanîyê ji bo Kurdistan û herêmê

RûpelNews ne tenê malpereke nûçeyan e. Armanca me ew e ku em di pêşketinên Kurdistan û herêmê de bibin çavkaniyeke pêbawer ku navendên medyaya biyanî jî lê bigerin. Pêşketinên siyasî û civakî li Kurdistanê ev bi salane an bi kêmasî hatine vegotin an jî ji fîltera kesên din re hatine pêşkêşkirin. RûpelNews bi îdîaya guherandina vê tabloyê dest bi karê xwe kir.

Xeta WhatsAppê ya agahdarkirinê çalak e

RûpelNews platformeke weşanê ya beşdar e. Ji ber vê yekê xeta me ya WhatsAppê ya agahdarkirinê çalak e. Xwînerên me dikarin bûyerên ku li qadê dibin şahidê wan, bi agahî û wêneyên piştrastkirî ji me re bişînin. Nûçe tenê ji navendekê nayê nivîsandin; ji meydanê jî tê. Em amade ne ku vê pirdê ava bikin. Di wê gavê de bi dengê xwe dîrok, demjimêr û cihê bûyerê bi awayekî zelal diyar bikin û berdewamiyê ji tîma me re bihêlin.

Şîroveyên we ji bo me girîng in

Li RûpelNewsê di bin her nûçeyekê de beşek ji bo şîroveyan vekirî ye. Heta ku dijûn û heqaret tê de nebin, hemû raman di çarçoveya azadiya ragihandinê de dê werin nirxandin û weşandin. Hebûna ramanên cuda ne lawazî ye, belkî hêz e. Em dengê hemûyan in û çavkaniyek in ji bo her kesî.

Ev destpêk e

Îro (01.03.2026) me bi fermî dest bi jiyana weşanê kir. Em serbilind in ku me nefeseke nû da medyaya Kurdî û ya cîhanê. Ev serbilindî ne ji îdiayekê, belkî ji zanîna berpirsiyariya ku me girtiye ser milê xwe tê.

Bixwînin. Bişopînin. Rexne bikin. Beşdar bibin.