Bi RûpelNewsê re nefeseke nû: Em di 1ê Adarê de ji weşanê re dibêjin 'Merheba!'

25 sibat 2026 18:36

Di 1ê Adarê de, em vî dergehî bi hev re vedikin. Me bişopînin, me rexne bikin û bibin parçeyek ji vê çîrokê. Ji ber ku em bi nîyeta wê yekê ne ku bi we re mezin bibin û bi raya  we deng vedin.

Bi RûpelNewsê re nefeseke nû: Em di 1ê Adarê de ji weşanê re dibêjin 'Merheba!'

Xwendevanên hêja,

Ji 1ê Adarê ve, em dikevin ser rêyeke ku me demeke dirêj li ser xebat kiriye û em her kêliyê heyecana wê hîs dikin: RûpelNews dest bi jiyana xwe ya weşanê dike. Ev nivîs ne tenê daxuyaniyeke destpêkê ye; em dixwazin ku ev bibe hevoka yekem a wê girêdana hevsozîyê ya ku em dixwazin di navbera xwe û we de ava bikin.

Em dizanin, cîhana dîjîtal deryayeke bêserûber a nûçeyan e. Lêbelê me xwest ku di vê deryayê de bendereke (lîmaneke) ku rêya wê zelal û rawestgeha wê diyar e ava bikin. Dema me RûpelNews ava dikir, armancek me ya pirr grîng hebû: Tiştên ku di dilê Kurdistanê de derbas dibin, geşedanên herêmî û bûyerên li cîhanê û Ewrupa ku diyaspora kurdî jî tê de cîhek girîng digire, bi awayekî herî fêmkirî û rast bigihînin ber destên we.

Gelo em kî ne û em dixwazin çi bikin?

Ku em bi eşkereyî bibêjin; em ne amûrê propagandaya tu kesî ne. Lê ev nayê wê wateyê ku em "bêreng" in. Helwesteke me, nêrîneke me heye. Em dikarin vê bi zelalî bibêjin: Ji bilî wan derdorên ku li dijî hebûn, destkeftî û nasnameya Kurdan dijminatiyê dikin û li hemberî van nirxan siyaseteke tund dimeşînin, deriyê me ji bo her kesê ku xwedî fikr e û xwedî gotin e, vekirî ye.

Li dijî tu pêkhateyên Kurd an jî tu aliyên ku bi meseleya Kurd re empatiyê dikin, tu pêşdarazî an jî dijminatiya me nîne. Berevajî vê, em bi wê armancê derketine rê ku bibin navendeke wisa ku her kes bikaribe dengê xwe lê bide bihîstin, bi têgihiştineke bê hizbayetî tevbigere û bikarîbe bibêje "rastî çi be ew e". Em ji wan sloganên klasîk ên "bêalîbûnê" derbas dibin. Em soza bêalîbûneke ku di qadên gewr de winda dibe, nadin. Aliyê me diyar e: Em li aliyê rastiyê ne. Em li aliyê welatparêziya ku maf û azadiyên gelê Kurd bingeh digirin ne…

Rêza li kedê, dilsoziya bi rastiyê re

Di roja me de nûçe bi rêbaza "kopî bike-pêve bike" (copy-paste) bi lêz belav dibin. Em serî li vê hêsankariyê nadin. Nûçeyên ku hûnê di RûpelNewsê de bixwînin, dê xwedî kedekê û xwedî çêkirinekê bin. Bi nûçegihanên xwe yên li qadê û bi ekîba xwe ya ku nûçeyên ji ajansan tên bi hûrgulî hildibijêrin, em nîşandana "çavkaniyê" wekî deynekî dibînin. Em ê tu carî keda xelkê li ser navê xwe nîşan nedin; em ê her gav rêzê li xwediyê resen ê nûçeyê bigirin.

Armanca me ne tenê ew e ku em bibin malpereke herêmî; em dixwazin rojeva Kurdistanê deynin navendê û hemû cîhanê, bi taybet  xwendevanên me yên Ereb û Tirk jî agahdar bikin. Armanca me ew e ku ku bi awayê herî bilez lê ya herî girîng bi awayê herî pêbawer li cem we bin.

Ji nav jiyana rojane

Dema me malpera xwe sêwirand, em ne li ser "forsa" wê, lê li ser bikêrhatina wê sekinîn. Em dixwazin ku xwendevanekî me dema bikeve malperê, tiştê ku lê digere di cih de bibîne û çavên wî neêşin. Em ne tenê bi siyaset û rojevê re sînordar man; me hin amûrên dîtir li malpera xwe zêde kirine ku hûnê bikarin li rewşa hewayê binêrin, kura dowîzê kontrol bikin, borsayê bişopînin û dema maça tîma xwe bibînin. Ango RûpelNews, mîna rêberekî ku dê di her kêliya rojê de di bin destê we de be, hat sêwirandin.

Bibe xwediyê nûçeya xwe, peyamnêrê hundirê xwe derxe holê

Hejmara WhatsApp a ku li ser rûpela me ya sereke hatiye danîn, li ser telefona xwe tomar bike. Di nav rojê de nayê pêşbînîkirin ku wê çi bûyer biqewmin. Gava tu şahidê bûyerek balkêş, girîng an jî ya ku divê raya giştî pê agahdar bibe dibî, bi kameraya telefona xwe wê tomar bike. Di wê gavê de bi dengê xwe dîrok û demjimêr û cihê bûyerê bi awayekî zelal bide deng. Ger bixwazî, tu dikarî çîroka bûyerê bidomînî û peyamnêrê hundirê xwe derxîne holê; an jî berdewamîya wê di destên edîtorên me yên xwedî ezmûn de bihêle. Ewê pêvajo were temam kirin û naverokên ku tu dişîne, li gor daxwaza te, bi navê te wê werin weşandin.

Destpêkeke Nû

Wekî encam, em bi kadroyeke jêhatî û bi heyecan a di qada xwe de didin ser rê. Armanca me ne tenê ew e ku em bibin "malpereke nûçeyan"; em dixwazin ji bo her kesê ku dixwaze bigihêje agahiya pêbawer, bibin navnîşaneke sereke.

Di 1ê Adarê de, em vî dergehî bi hev re vedikin. Me bişopînin, me rexne bikin û bibin parçeyek ji vê çîrokê. Ji ber ku em bi nîyeta wê yekê ne ku bi we re mezin bibin û bi raya  we deng vedin.