Rubio: Bi Îranê re hevdîtinan dikin hin nîşanên erênî hene
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku wan bi Îranê re hevdîtinan dikin û hin 'nîşanên erênî' hene, lê ew bi ihtiyadî tevdigerin. Rubio got, "Rojên pêş dê ji bo meşandina pêvajoyê gelek krîtîk bin."
RûpelNews - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li ser danûstandinên bi Îranê re daxuyanî dan. Marco Rubio tekez kir ku di hevdîtinan de hin "nîşanên erênî" hene, lê divê mirov zêde geşbîn nebe.
"Nîşanên erênî hene"
Rubio amaje pê kir ku têkiliyên dîplomatîk bi Îranê re berdewam dikin û wiha axivî: "Hin nîşanên erênî hene. Di heman demê de, ez naxwazim zêde geşbîn bim. Em ê di nava çend rojên pêş de bibînin ka çi diqewime. Rojên pêşiya me gelek krîtîk in."
"Divê Îran çekên nukleerî bi dest nexe"
Rubio diyar kir armanca sereke ya Amerîkayê ew e ku bi Îranê re peymaneke baş bikin û wiha got: "Divê rê neyê dayîn Tehranê ku çekên nukleerî bi dest bixe. Peymaneke baş her dem bijareya Serok Trump bûye. Eger em karibin bigihîjin peymaneke baş, ew ê pir baş be. Ez nabêjim ev yek dê teqez pêk were, lê em ê çi ji destê me tê bikin da ku em bigihîjin lihevkirinekê."
