Roubini: Dinya rûbirûyî krîzeke kûr a 10 salan bidome ye

25 gulan 2020 21:01
Roubini: Dinya rûbirûyî krîzeke kûr a 10 salan bidome ye

PeyamaKurd – Ekonomîstê navdar bi nasnavê ‘Doktorê Qîyametê’ Roubînî got ku ji ber bandora vîrusa koronayê dinya bi krîzeke kûr re rûbirû ye.

Roubînî ku krîza 2008an pêşbînî kiribû ji BBCyê re daye xuyakirin, ji ber bandora koronavîrusê ku îstihdameke mezin a kar hatiye jidestdan ku beşek mezin ji wê jî venagere dinya rûbirûyî krîzeke gelekî kûr bûye.

Roubînî gotiye, aboriyên welatan di nav 3 hefteyan de rastî daketine mezin a aborî hatine û dibêje, “Em herî kêm rûbirûyî depresyeneke gerdunî ya 10 salan berdewam bike ne”.