Binali Yildirim: Xaza Derya Res dikare 45 salan enerjiya dinyayê temîn bike

07 gulan 2022 03:05
Binali Yildirim: Xaza Derya Res dikare 45 salan enerjiya dinyayê temîn bike

PeyamaKurd – Cîgirê serokê AKP ê Binali Yıldırım ji bajarê Ezirganê çû Dêrsimê û di civîna meclisa nûneran ya AKP ê de axifî. Yıldırım weha got:

“Derya Reş xwediyê enerjiya ku dikare pêdiviya dinyayê ya 45 sal temîn bike. Em li ser serwetekî mezinin. Navê wê hîdrojena sulfurê ye. Hîdrojen xaza herî paqij ya dahatûyê ye.

Pandemî her tiştî ser û binê hev kir. Zincîra hilberînê qetand. Ji ber pandemiyê xizmet çênebû. Du sal dewam dikir. Başe lê em ê çi bikin? Qey em ê rûnên? Na. Me xazê dît. 540 mîlyar m3. Hêj maye. Em dibêjin xaza xwezayî paqije lê ew jî xaza karbondioksîtê derdixe. Lê di hîdrojenê de av tine. Dema av dibe bûhar, xaz dimîne. Sifir karbon, sifir egzoz û dostê hawirdorê. Li peravên Derya Reş em xwediyê enerjiyê ne. Ev serdestiya Tirkiyê ya dahatûyê ye.”