Erdogan: Me di Derya Res de kesfa 58 milyar m3 xaza xwezayî kir

27 berfanbar 2022 02:34
Erdogan: Me di Derya Res de kesfa 58 milyar m3 xaza xwezayî kir

PeyamaKurd – Civîna dawî ya kabîna Erdoğan ya sala 2022an hat kirin û dawî lê hat. Erdoğan berê ragihandibû ku wê îro mizgîniyekî nûh bide xelkê. Erdoğan îro derket ber kamerayan û got:

“Keştiya me ya sondajê ya bi navê Fatihê di sondaja Çaycuma-1 ê de, di bin deryayê de di 3.320 metre kûrahiyê de 58 milyar m3 rezerva xaza xwezayî keşfkir. Keşfa miqdarê xazê ya di derya Reş de giha 540 milyar m3 an. Ji bo em xaza xwe ya keşfkirî di sala 2023an de bixin xizmeta xelkê, em bi şev û rojê dixebitin.”