Rojhilat | Rejîma Îranê li Ûrmiyê girtiyekî Kurd îdam kir
14 adar 2021 21:18
PeyamaKurd - Li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, rejîma Îranê girtiyekî Kurd ê sizayê îdamê bi ser hatibû sepandin bidarve kir.
Malpera mafên mirovan Hengawê ragihandiye ku ew girtiyê Kurd ku doh li girtîgeha navendî ya Ûrmiyê ji bo înfaza wî ji girtîgehê hatibû derxistin, îro danê sibê hatîye bidarvekirin.
Girtiyê ku hatiye îdamkirin Nasir Welîzade (33 salî) ye û xelkê bajarê Bokanê ye.
Welîzade 6 sal berê bi tohmeta kuştina kesekî hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Rojhilat | Rejîma Îranê li Kerecê girtiyekî Kurd îdam kir
10 rbn 2023
Cîhan
Rejîma Îranê girtiyekî Kurd ê Rojhilatî bi dar ve kir
16 cot 2021
Jiyan
McKenzie: Rejîma Îranê li Rojhilata Navîn gefa herî mezin e!
07 adr 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin