Rojhilat | Rejîma Îranê li Kerecê girtiyekî Kurd îdam kir

10 rêbendan 2023 21:46
Rojhilat | Rejîma Îranê li Kerecê girtiyekî Kurd îdam kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 10ê Çileyê danê sibehê, li girtîgeha Kerecê girtiyekî Kurd ê ji bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê hat bidarvekirin.

Li gorî zanyariyên ajansa Kurpa, îro girtiyekî Kurd yê xelkê gundê Gêçê yê ji devera Somaya Urmiyê bi navê “Peyman Ereb Gêçeyî”, di girtîgeha Recayîşehr a Kerecê de hate îdamkirin.

Hat diyarkirin kur ew girtî berê bi tohmeta “madeyên hişber” hatibû girtin û ji aliyê dedgeha rejîmê ve bi îdamê hatibû cezadan.

Hatiye zanîn ku çend roj berê ji bo înfaza cezayê wî bo odeya takekesî hatibû veguhestin.

Çend roj berê jî du girtiyên Kurd ên bi navên Reşîd Lewendpûr Xidirî û Xaliq Xizirzade yên xelkê Urmiye û Pîranşarê li girtîgehên Kerec û Bender Ebasê hatin bidarvekirin.