Rejîma Îranê girtiyekî Kurd ê Rojhilatî bi dar ve kir
16 cotmeh 2021 15:36
PeyamaKurd – Rejîma Îranê girtiyekî Kurd ê Rojhilatî, li bajarê Kerec yê Îranê bi dar ve kir.
Malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye, girtiyekî Kurd bi navê Menûçêhr Kazimî, roja 11 vê mehê li girtîgeha Qizilhisar ya bajarê Kerec yê Îranê hatibû bidarvekirin.
Li gorî zanyariyan, nûçeya bidarvekirina wî welatiyê Kurd, piştî 5 rojan hatiye eşkerekirin.
Menûçêhr Kazimî, xelkê gundê Wermele yê bajarokê Hersîn yê Kirmaşanê bûye, 6 sal berê bi tohmeta kuştina kesekî bi navê Mecîd Nadirî hatibû girtin û bi qîsasê hatibû mehkûmkirin.
Menûçêhr Kazimî, zewicî bû û keçikek wî hebû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Rejîma Îranê li girtîgeha Îsferaynê girtiyekî Kurd bi dar ve kir
27 cot 2025
Cîhan
Rejîma Îranê hukmê bidarvekirinê yê girtiyekî Kurd tekez kir
29 adr 2025
Jiyan
Rejîma Îranê girtiyekî Kurd bidarvekir
21 îln 2021
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin