Rojhilat | Polîsên Îranê bazirganekî Kurd dan ber guleyan û kustin

08 sibat 2021 18:50
Rojhilat | Polîsên Îranê bazirganekî Kurd dan ber guleyan û kustin

PeyamaKurd - Li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê, bazirganekî Kurd ji aliyê hêzên polîsên Îranê ve hat kuştin.

Malpera Mafên Mirovan Hengawê daye xuyakirin ku îro 8ê Sibatê danê sibê hêzên ewlehiyê yên Îranê li nêzîkî bajarê Xoy û li ser rêya Selmas-Xoy, otomobîla bazirganekî Kurd, bi behaneya ku barên qaçax bar kiriye, dan ber guleyan.

Hat ragihandin ku ew bazirganê Kurd ku navê wî Behzad Haşimîyê (37 salî) yê xelkê bajarê Selmasê ye di wê êrîşê de can daye.