Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê çalaki car din ges bûn
PeyamaKurd – Tevî di du rojên dawiyê de li Kurdistan û Îranê aramî çêbû, millet car din ket nav tevgerê û çalakiyên bi navê ‘Jîna Emînî’ geş bûn û protesto destpêkirin. Di demên dawiyê de tevger bêhtir di nav zanko û xwendevanên lîsê de bûn lê îro piştî nîvro xwepêşandêr banga xwepêşandanan kirin û xelk dest bi çalakiyan kir. Li Tehranê li kolanên Welîasr, Cûmhûrî, Şerif Metro û Keşawerzê, li Parka Danişcû, Meydana Înqîlabê û dora wê û hetta li gelek deverên din di heman wextî de çalaki destpêkirin.
Di xwepêşandanan de li dijê rêvebiriya Tehranê sloganan qêriyan lê hêzên asayîşa Tehranê li hemberê wan bombên rondikbaranê, jop û hetta fişekên plastîk bikaranîn. Li gor parvekirinên ser medyayê; li Kerecê xwendevan çalakiyan kirin. Di heman wextî de li zankoya Zehrayê xwendevan xwepêşandan kirin.
Li Kurdistanê li bajarên Sine, Seqiz û Bokanê esnaf dikkanên xwe nevekirin. Li bajarê Sine di wexta welatiyekî di otomobîla xwe de bû guleyekî li serê wî ket û jiyana xwe ji dest da. Gule ji aliyê hêzên asayîşê de hat berdan. Li ser mijarê xelkê bajarê Sine daket kolanan.
Li Îranê li devera Farsan li bajarê Meşhedê, Îsfahanê, Kerec û Qazwînê xwepêşandan hatin kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin