Rojhilat | Pasdarên Îranê li Sine bazirganekî Kurd kust
08 mijdar 2021 23:04
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bazirganekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.
Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihandiye ku doh Yekşemê danê êvarê pasdarên Îranê bazirganekî kurd bi navê Ferhad Zendî, bi behaneya ku barên qaçax pê re heye, otomobîla wî li ser rêya Sine û Dêgulanê dan ber guleyan.
Hat diyarkirin ku di wê êrîşê de bazirganê kurd hatiye kuştin û derketiye holê ku di otomobîla wî de jî ti barên qaçax tunebû.
Hengawê daye zanîn ku Ferhad Zendî xelkê bajarê Sine bû û bavê du zarokan bûye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Rojhilat | Pasdarên Îranê kolberekî Kurd kust, yek jî birîndar kir
24 trm 2022
Jiyan
Li Rojhilatê Kurdistanê bi pasdarên Îranê re ser!
08 tbx 2018
Rojhilata Navîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin