Rojê 2-3 fîncan qehwe stresa mirovan kêmtir dike
Ji zêdetirî 460 hezar kesî seranserê 13 salan lêkolîn hat kirin ka tesîra vexwraina qehweyê li ser nexweşiyên stresê heye yan na? Hat tespîtkirin ku rojane 2 an 3 şûşe/fîncan qehwe bên vexwarin stresa mirovan jî gelek kêmtir dibe.
RûpelNews -
Lêkolîna ku ji aliyê Zanîngeha Fudanê ya Çînê ve hatiye kirin û di Journal of Affective Disorders de hatiye weşandin, nîşan dide ku bandoreke pozîtîf a qehweyê li ser parastina hişê mirovan heye.
Zêdetirî 460 hezar kes 13 salan hatin şopandin
Ji bo ku li ser pêwendiya di navbera vexwarina qehweyê û teşxîsên stres û depresyonê de lêkolîn bê kirin zêdetirî 460 hezar kes seranserê 13 salan hatin şopandin.
Li gorî encamên lêkolînê rîska nexweşiyên rewşa derûnî û rewşên bi stresê ve girêdayî, li cem kesên ku rojê du heta sê fîncan qehwe vedixwin, herî kêm e.
Rojane 2 an 3 fîncan qehwe baştir e
Pispor amaje dikin eger ji 2 fîncan kêmtir qehwe bê vexwarin tesîreke wê li dijî nexweşiyan nîn e di heman demê de ji 3 fîncan zêdetir wek 5 an 6 fîncan ben vexwarin jî nexweşiyên nû peyde dibin. Yanê a îdeal ew e ku rojane 2 an 3 fîncan qehwe bên vexwarin baştir e bo tenduristiya mirovan.
