Rojava | Wezîrê Tirk: Her tist hatiye plankirin

25 berfanbar 2018 19:04
Rojava | Wezîrê Tirk: Her tist hatiye plankirin

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar îro li Parlamentoya Tirkiyê li ser mijara êrîşa ser Rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da.

Akar li ser amadekariyên operasyonê got, “Her tişt hatiye plankirin û bernamekirin. Her tişt li gorî dema xwe tê kirin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî biryara Amerîkayê ya vekişîna ji Sûriyê liv û tevgera artêşa Tirkiyê û komên çekdarên opozîsyonê li dorûbera bajaroka Minbicê hatiye zêdekirin ku li bendê ne leşkerên Amerîkî vekişin û operasyonê bikin.

Lê belê hîn hevkariya leşkerên Amerîkî û hevpeymaniyê digel HSDê berdewam e û rojek berê jî karwaneke çek û alavên leşkerî bo wan hatin şandin.