Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç: Em gihîstin daneyên gelekî girîng, her tist diyar e, dê bê dîtin ka kujer kî ne

14 cotmeh 2024 16:18
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç: Em gihîstin daneyên gelekî girîng, her tist diyar e, dê bê dîtin ka kujer kî ne

PeyamaKurd – Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç der barê qetilkirina Narîn Guranê de daxuyanî da û got, “Îdianame li ber amadekirinê ye. Em hatine qonaxa dawî, her tişt diyar e, kî li wê malê bi hev re bûye. Helbet dosya nepenî ye, lê dema ku îdianame derkeve dê bê dîtin ka kujerên Narînê kî ne.”