Malbata Rojîn Kabaîş bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê re civiya

06 gulan 2026 18:00

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek bi malbata Rojîn Kabaîş û parêzerên wan re hevdîtin kir. Gurlek got, "Em ê heta dawiyê li pey vê dozê biçin."

Malbata Rojîn Kabaîş bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê re civiya

RûpelNews -Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek li Wezareta Dadê bi malbat û parêzerên Rojin Kabaiş re, ya ku cinazeya wê li peravên Gola Wanê hatibû dîtin, hevdîtin kir. Wezîr Gurlek got, "Rojîn keçeke ciwan bû di baştirîn dema jiyana xwe de paşeroj, hêvî û xewnên wê hatin qutkirin. Wekî dewlet, em ê heta dawiyê li pey vê mijarê biçin."

Wezîrê Dadê Akin Gurlek, bi Nizamettin Kabaîş a bavê Rojîn Kabaîş a ku xwendekara zanîngehê ya ku di sala 2024an de li Wanê jiyana xwe ji dest da dayika wê Aygul Kabaîş, û parêzerên malbatê re hevdîtin kir.

Tîmeke pispor hatiye avakirin

Wezîr Gürlek diyar kir ku Rêveberiya Lêpirsîna Sûcên Neçareserkirî ji bo çareserkirina doza mirina Rojîn Kabaîş hatiye wezîfedarkirin û wiha got: "Ez dixwazim tekez bikim ku em di nav Rêveberiyê de lêpirsînan nakin. Hemû hevkarên me yên li vir xwedî ezmûn in û di hiqûqa cezayî de pispor in; ew di warê xwe de şareza ne. Em dosyeyan bi nêrîneke nû dinirxînin, û bi dozgerê xwe, malbatan û parêzeran re di têkiliyeke nêzîk de ne. Heke delîlên nû derkevin holê an jî pêwîst be ku tîmeke taybet were avakirin mînak, me ji bo Tunceli tîmeke taybet ava kir em ê ji bo vê dozê jî avakirina tîmeke bi heman rengî binirxînin. Em piştgiriya teknîkî didin sazûmên ku li ser erdê lêpirsînê dimeşînin. Em piştrast dikin ku malbat hîs bikin ku dewlet vê mijarê bi ciddî digire û ku ev doz dê heta dawiyê were şopandin." 

Telefona Rojînê ji bo lêkolînê dê bê şandin bo Çînê

Piştî guhdarîkirina nêrînên malbatê û parêzerên wan derbarê lêpirsînê de, Wezîr Gurlek diyar kir ku dewlet her tiştê di destê xwe de dike ji bo çareserkirina dozê. Wezîr Gürlek lê zêde kir ku, heke derfetên teknîkî hebin, dê analîza stasyona bingehîn a sînordarkirî ya ku ji aliyê malbatê û parêzerên wan ve hatiye xwestin, were nirxandin.

Wezîr Gurlek, ku diyar kir ku telefona Rojîn a ku ji Îspanyayê re hatibû şandin dê ji bo lêkolînê her wiha ji Çînê re jî wê were şandin.

Malbata Kabaîş: Bila berpirs werin cezakirin

Malbata Rojînê jî spasiya Wezîr Gurlek kir û daxwaza dîtina gumanbaran û cizakirina berpirsan ku di bûyerê de rola wan hene kir.

Kuştina Rojîn Kabaîş

Rojîn Kabaîş, xwendekara Zanîngeha Yuzuncuyil a Wanê bû di 27ê Îlona 2024an de li Wanê winda bû; 18 roj şûnde cenazeya wê li peravê Gola Wanê, nêzîkî gundê Molla Qasim hat dîtin. Di lêkolînên destpêkê de li ser laşê wê ne birînên kêrê û ne jî birînên guleyan hatin dîtin, û hestiyên wê şikestî nebûn. Malbata wê kuştina Rojînê wek xwekuştin nabîne û li gor wan Rojîn hatiye kuştin, daxwaza wan ew e ku lêpirsîn bi berfirehî were kirin.