Selahattîn Demîrtaş dê bi malbata Rojîn Kabaîş re bicive
Nîzamettîn Kabaîş ê bavê Rojîn Kabaîş a ku cenazeya wê di sala 2024an de li Gola Wanê hatibû dîtin dê roja Yekşemê li Girtîgeha Edîrneyê bi Selahattin Demirtaş re hevdîtinê bike.
RûpelNews - Hat ragihandin ku Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku niha li Girtîgeha Edirneyê girtî ye dê roja Yekşemê, 5ê Tîrmehê, saet di 10ê sibehê de, bi Nîzamettîn Kabaîş ê bavê Rojîn Kabaîş û apê wê Ahmet Kabaîş re hevdîtinê bike.
Parêzerên Demirtaş der barê hevdîtinê de daxuyaniyekê belav kirin û wiha gotin: "Demîrtaş, bi Nîzamettin Kabaiş û Ahmet Kabaîş re di girtîgehê de hevdîtinekê dê bike. Di hevdîtinê de dê doza Rojin Kabaiş were gotûbêjkirin. Beriya hevdîtinê Demîrtaş bi hûrgilî dosyeya dozê lêkolîn kiriye da ku ji nêz ve şopandina pêvajoyên yasayî bike û ji aliyê parêzerên xwe ve hatiye agahdarkirin."
Çi bibû?
Rojîn Kabaîş xwendekara Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê bû, di 27ê Îlona 2024an de piştî ku ji yûrda xwe derket, winda bû. Cenazeya wê 18 roj şûnde li derûdora Gola Wanê hat dîtin.
Di rapora otopsiyê de sedema mirinê wekî 'xeniqîn' hat diyarkirin. Malbata Kabaîş ku îdiayên xwekuştinê red kiribûn, bal kişand ser îhmalkariyên lêpirsînê û ew di wê baweriyê de ne ku qîza wan hatiye kuştin.
Piştî gilîkirina Baroyên Wan û Diyarbekirê lêkolîn hat kirin ku li ser laşê Rojîn Kabaîş DNAya du mêrên cuda hat dîtin. Ev jî gumanên kuştin an destdirêjiya li ser Rojînê zêdetir kir.
