Wezîrê Tirk bo Rojava: Me ti zarok nekustine û êrîsî Kurdan jî nekiriye
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar li Paytexta Qeterê Dohayê, li ser pirsa bi topbaranê kuştina zarokên Efrînê li Tel Rifetê îdia kir ku wan ti zarok nekuştine.
Rojnamevanekî li Dohayê ji Hulusî Akar re pirs kir, "Li Tel Rifet leşkerên we 8 zarokên Kurd kuştin û Neteweyên Yekbûyî jî Tirkiye şermezar kir".
Akar li ser vê pirsaê got: "Ev agahî ji rastiyê dûr in, me ti zarok nekiriye qurbanî, me ti êrîşek li dijî Kurdan nekiriye, ev hemû propaganda ne."
Hêjayî bibîrxistinê ye komên çekdarên bi ser artêşa Tirkiyê ve 2yê vê mehê navenda bajarokê Til Rifatê li bakurê Helebê topbaran kirin û di encamê de 11 welatiyên sivîl şehîd bûn ku ji wan 8 zarok bûn.
Akar li ser êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê û guhertina demokrafîya Rojava jî got ku ew agahiyên we ne rast in, ew dixwazin li Sûrîyê aramî çêbibe û penaber bê ferq û cudahî vegerin welatê xwe.
Dîsa li ser pirsa “Çima penaber ne li Idlibê û Helebê, çima dê li rojhilatê Firatê werin bicihkirin?” jî Akar got: "Hemû penaber, dê li ser daxwaza xwe vegerin deverên aram."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin