Rojava | Ofîsa PDK-Sê hate sewitandin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li Dêrikê hate şewitandin. Beriya niha jî nivîsgehên PDKSê yên Kobanê, Dirbêsiyê û Amûdê rastî êrîşê hatibûn û hatibûn şewitandin.
Li gorî ragihandina PDK-Sê nivîsgeha PDK-Sê ya li Dêrikê şeva borî ji aliyê çekdarên ser bi PYDê ve hatiye şewitandin ku navê Ciwanên Şoreşger li xwe kirine.
Çend roj berê jî ofîs û nivîsgehên PDK-S û ENKSê yên li Kobanê, Dirbêsiyê û Amûdê rastî êrîşa heman koma çekdar hatibûn.
Balyozxaneya Amerîkayê ya Şamê roja 8ê Adarê li ser van êrîşên berdewam peyamek belav kiribû û ragihandibû ku ew li hember êrîşên li ser nivîsîngehên ENKSê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi fikar in û bang li hemû aliyan kiribû bêyî bikaranîna tundiyê tevlî danûstandinên aştiyane bibin ji bo pêkanîna daxwaz û armancên gelê Sûriyeyê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin