Rojava | Mesrûrê ku hatibû revandin bi dahol û zirne hate pêswazîkirin
14 mijdar 2025 22:03
PeyamaKurd- Ciwanê 15 salî yê bi navê Mesrûr Birîndar ku berî demekê ve ji aliyê komeke nenas ve li ser rêya navneteweyî a Til Koçer a Rojavayê Kurdistanê hatibû revandin, hat berdan.
Mesrûr Brîndar piştî ku îro 14ê Mijdarê hate berdan, li bajarê Dêrikê, bi dahol û zirneyan hate pêşwazîkirin.
Malbatê diyar kiriye ku Mesrûr piştî lêkolîn û xebata Hêzên Ewlekariyê li malbatê hatiye vegerandin û spasiya wan kir.
Hate zanîn ku ew koma Mesrûr revandibû di çend rojên dawî de 10 kes jê hatine girtin û piştî operasyonên hêzên asayîşê jî ciwanê 15 salî hatiye berdan.
Navê wê komê û sedema revandinê nehat eşkere kirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
130 zarokên hatibûn revandin hatin rizgarkirin
22 brf 2025
Cîhan
Rojava | Mikurhatinên 2 DAISîyên hatibûn girtin hatin belavkirin
23 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin