Gora Hafiz Esed a li Laziqiyê hate sewitandin
PeyamaKurd – Çekdarên opozîsyona Sûriyê piştî hilweşandina rejîma Beas û deshilata Beşar Esed, îro 11ê Kanûnê li Laziqiyê gora Hafiz Esed ê bavê Beşar Esed ruxandin û şewitandin.
8ê Kanûna 2024an Şam ketibû destê opozîsyona Sûriyê ku HTŞ serkêşiya wê dike. Piştî hilweşandina rejîma Beas a 61 salan û deshilatdariya 53 salan a malbata Esed, serdemeke nû li Sûriyê dest pê kir.
Komên muxalîf niha şopên ji Esed û malbata wî mane paqij dikin. Herî dawî jî îro komeke çekdarên opozîsyonê li bajarê Laziqiyê çûn ser gora Hafiz Esed û şewitandin.
Hafiz Esed ji sala 1971ê heta sala 2000î serokê Sûriyê bû û 10ê Hezîrana 2000î piştî mirina wî kurê wî Beşar Esed ketibû şûna wî.
Mücahidler Beşar Esad’ın babası diğer zalim katil Hafız Esad’ın Kırdaha’daki mezarını yaktılar.
— Abdullah Kilim (Quilliam) (@Abdquil) December 11, 2024
Ölüsüne bir tas su dökenin de avradını…!!! pic.twitter.com/WvRocEJqLn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin