Rojava | Hejmara herî zêde ya mirinên Covid-19 hat tomarkirin
16 îlon 2021 18:59
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê di nav rojekê de, hejmara herî zêde ya mirina bi koronayê hat tomarkirin.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, 8 kesên din ji koronayê can dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir, di nav 24 saetên borî de 508 kesên din bi koronayê ketine û 8 kesan jî ji ber wê nexweşiyê wefat kiriye.
Herwiha hat diyarkirin ku 14 kes jî baş bûne
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketinên giştî yên koronayê gihîşt 23964 kesan, ji wan 2042 kes baş bûne û 824 kes jî mirine.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara mirinên ji koronayê zêde dibin
13 îln 2021
Cîhan
Li Rojavayê Kurdistanê hejmara herî zêde ya rojekê hat tomarkirin
12 cot 2020
Jiyan
Hejmara mirinên lehiyên barana mûsonê zêde bû
23 trm 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin