Li Rojavayê Kurdistanê hejmara mirinên ji koronayê zêde dibin
13 îlon 2021 21:27
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 5 kesan ji ber nexweşiya vîrusa koronayê can dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 saetên borî yên vîrûsa koronayê belav kirin û eşkere kir, 5 kes ji ber koronayê mirine.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, 146 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kes jî baş bûne.
Li Rojavayê Kurdistanê bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 23104 kesan, ji wan 2019 kes baş bûne û 809 kes jî mirine.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Koçber
CÎHAN | Hejmara mirinên ji koronayê ber bi 6 milyon kesan ve diçe...
16 rbn 2022
Koçber
CÎHAN | Hejmara mirinên koronayê gihîst 4 milyon û nîvan
25 tbx 2021
Koçber

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin