Rojava | Artêsa Sûriyê rêya M-4 bi temamî kontrol dike

11 berfanbar 2019 17:33
Rojava | Artêsa Sûriyê rêya M-4 bi temamî kontrol dike

PeyamaKurd -  Fermandarê Artêşa Sûriyê li Hesekê, Lîwa Ehmed Şerîf Ehmed ragihand, li gor rêkeftinekê Artêşa Sûriyê dê tevahiya rêya navdewletî ya M-4 li Rojavayê Krudistanê ku rêyeke stratejîk e, kontrol bike.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Lîwa Ehmed Şerîf Ehmed di daxuyaniyeke taybet de got: “Komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve bi qasî 3 kîlometran ji rêya M-4 ber bi navçeyên sînorî ve vekişiyane û Artêşa Sûriyê cihê wan digr û dê tevahiya vê rêyê kontrol bike.”

Çavkaniyekî ji Rojavayê Kurdistanê jî ragihand, vekişîna komên çekdar ên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve ji rêya M-4 di çarçoveya rêkeftineke navbera Rûsya û Tirkiyê de ye, ku di wan demên dawiyê de li ser wan navçeyan li hev kirine.