Artêsa Sûriyê li hejmarek bajarokên Rojava bicih bû

14 cotmeh 2019 20:37
Artêsa Sûriyê li hejmarek bajarokên Rojava bicih bû

PeyamaKurd – Artêşa Sûriyê piştî rêkeftina bi HSD û Rêveberiya Rojava re, li çend herêmên Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Sûriyê bicih bû. Li gorî raportên dawî tê gotin ku artêşa Sûriyê piştî astengkirina hêzên hevpeymanî îro piştî nîvro gihîştiye nava bajarê Minbicê. Herwiha hin çavkanî dibêjin, derbasbûna nav bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê jî dest pê kiriye ku Tirkiye dixwaze wê herêmê têxe jêr kontrola xwe.

Pêşveçûna artêşa Sûriyê ji bo parastina herêmê ji êrîşên Tirkiyê berdewam dike û herî dawî jî li gorî ragihandina çavkaniyên herêmî û medya bi ser hikûmeta Sûriyê ve, artêşa Sûriyê gihîştiye bajarokên Til Temir, Tebqa, Eyn Îsa û baregeha ezmanî ya Tebqayê.

Herwiha li Minbicê jî li dorûbera bajên li hejmarek gund artêşa Sûriyê hatiye bicihkirin, lê ji ber rêgiriya hêzên hevpeymaniya navdewletî hîn artêşa Sûriyê neketiya navenda bajarê Minbicê.

Dîsa bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê jî hîn rewşa wê diyar nebûye ku li gorî zanyariyan hêzên hevpeymanê rê nedane leşkerên Sûrî bikevin bajêr.

Medya Sûriyê radigihîne ku di rêkeftina navbera HSD û artêşa Sûriyê de, Taxa Şêx Meqsûd a Helebê ku di jêr kontrola YPGê de ye cî nagire.

Rêveberiya Rojava Kurdistanê û Rojhilatê Sûriyê radigihîne ku rêkeftin tenê leşkerî ye û ji bo parastina sînoran ji êrîşên Tirkiyê ye.