Rishi Sunak: Hûsiyan guh neda hisyariyan!
PeyamaKurd - Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak li ser êrîşa şevê din a Yemenê, daxuyanî da û got, armanc lawazkirina Husiyan û parastina trafîka keştiyan e.
Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak got: “Husiyan tevî hemû hişyariyên navneteweyî jî êrîşên xwe yên li Deryaya Sor berdewam kirin. Me jî ji ber vê yekê wekî karê xweparastinê çalakiyeke pêwîst, sînordar û guncav li dar xist. Me ev çalakî bi armanca lawazkirina hêza çekdarî ya Husiyan û parastina trafîka keştiyan a cîhanî pêk aniye.”
Sunak li ser êrîşên Husiyan ên li Deryaya Sor diyar kir: “Piştî êrîşên Husiyan kelûpel biha bûn, nabe ku ev berdewam bike. Brîtanya her tim azadiya trafîka deryayî û azadiya bazirganiyê diparêze.”
Hêjayî gotinê, bi pêşengiya hêzên Amerîka û Brîtanyayê şevê din bi balafir, keştî û keştiyên binê avê û moşekên Tomahawkê êrîşeke berfireh li ser baregehên Husiyan ên li çend bajarên cuda û 12 herêman hate kirin.
Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku êrîş bersiva êrîşên Hûsiyan ên ser keştiyên bazirganî yên di Deryaya Sor de derbas dibin e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin