Rishi Sunak wezîra navxwe ji kar dûr xist

13 mijdar 2023 21:22
Rishi Sunak wezîra navxwe ji kar dûr xist

PeyamaKurd – Serokwezîrê Brîtanyayê Rishî Sunak, Wezîra Navxwe ya kabîneya xwe Suella Braverman ji kar dûr xist.

Li gorî medya Brîtanî, Sunak ji ber helwesta wê ya dijî xwepêşandanên piştevaniya Filîstînê Braverman ji kar dûr xistiye ku gotibû, yên ala Filîstînê hil didin divê wek terorîst bên naskirin.

Tê çaverêkirin ku Rishi Sunak îro di kabîneya xwe ya hikûmeta Brîtanyayê guherînan bike ku David Cameron jî wekî wezîrê derve hatiye diyarkirin.