Rikeberê Macron ê seroktiyê: Ez ê navê Muhammed qedexe bikim!

15 îlon 2021 21:03
Rikeberê Macron ê seroktiyê: Ez ê navê Muhammed qedexe bikim!

PeyamaKurd – Siyasetmedarê rastgirê tund ê Fransayê Erc Zemmour ku ji bo hilbijartinên meha Nîsana 2022an ên seroktiya Fransayê namzediya xwe eşkere kir, ragihand ku dema ew bibe serokomar ew dê qedexe bike ku navên wekî Muhammed ên misilmanan li zarokan bên dayîn.

Kampanyeya îmzeyan a namzedbûna serokomariyê ya Zemmour ê dijatiya koçberan û îslamê dike re, di rojeva Fransayê de cihekî berfireh girt.

Zemmour ragihandiye ku ew niha di qonaxa komkirina îmzeyan de ye û heke dema guncaw hat jî ew dê namzediya xwe ya bo hilbijartinên serokomarê ragihîne.

Eric Zemmour di bernameyeke televizyona France 2 ku ji bo danasîna kitêba xwe beşdarî kiribû de, li ser pirsa ‘Heger tu bibî deshilatdar tê hemû misilmanan der bikî?’ got: “Helbet divê em rêzê li misilmanan bigiren. Ne tenê îslam û misilman, ez îslam û misilmanan ji hev cuda dikim… Divê em bi yasa û qaîdeyan ummet û misilmantiyê ji hev cuda bikin.”

Zemmour li ser pirsa hûnê qedexeya navan werînin? jî got, “Belê. Ezê yasaya 1803 ji nû ve bînin” û diyar kir, heger ew bibe serokomar wê ti fransiyek nikaribe navê Muhammed li zarokên xwe bike, lê wekî bernav dikare wî navî li wan bike.

Herwiha got ku wê misilman bikarin biçin mizgeftan, lê wê rê ji bo mizgeftên selefî û pesindariya tundiyê dikin neyê dayîn.