Rêyên 144 gundên Kurdistanê ji berfê hatin girtin
21 adar 2020 02:51
PeyamaKurd- Li her derê bêhna baharê heye lê li bakûrê Kurdistanê li bilindahiya Serhedê hêjî berfa zêde dibare û rêyên gundan ji berfê tên girtin. Îro li bajarê Bedlîs, Wan, Bîngol, Mûş û Hekkariya berf zêde bariya. Di encama barîna berfa zêde rêyên 144 gundên van bajaran hatin girtin.
Li bajarê Semsûrê (Adıyaman) jî li deverên bilind bi sedema barîna berfê rêyên 77 gund û mezrayan hatin girtin. Bi taybetî rêyên li ser navçeyên Sincik, Kolik û Çelîkxana a di navera Semsûr û Meletiyê de.
Tîmên bi ser rêvebiriya Daîra Taybet yên bi ser parêzgehan ve bo vekirina rêyan xebatên xwe dewam dikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li bajarên Bakurê Kurdistanê rêyên 287 gundan ji berfê hatin girtin
29 brf 2024
Cîhan
Berfê rêyên zêdetirî hezar gundên Bakurê Kurdistanê girt
25 mjd 2024
Kurdistan
Li Bakurê Kurdistanê berfê jiyan rawestand
29 brf 2025
Jiyan
Rêyên 115 gundên Baybûrdê (Babird) hatin girtin
19 adr 2022
Koçber

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin