Berfê 362 rêyên bajarê bakurê Kurdistanê girt
01 rêbendan 2019 22:09
PeyamaKurd - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ku bandora werza zivistanê bi tundî berdewam dike, ji ber berfbarîna zêde rêyên 362 gund û niştîngehan hatin girtin.
Hat ragihandin ku ji ber berfa zêde û bahozan li navçeya Miksê (Bahçesaray) 68, li Elbakê (Başkale) 18, li Bayizaxa (Çaldiran) 103, Şatax (Çatak) 39, li Erdişê 2, li Gewaşê 13, li Payizawayê 55, li Muradiyê 25, li Qerqelî (Ozalp) 22 û li navçeya Tuşbayê jî 17 rêyên diçin gundan hatin girtin.
Herwiha ji ber berfbarîn û serma zêde, ji bo bajarên Bedlîs, Mûş û Colemêrgê jî hişyarî hat dayîn ku hemwelatî baldar bin û xwe dema bixwazin herin ciyekî tedbîrên xwe bistînin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Koçber
Rêjeya mirinan herî kêm li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê ye
22 hzr 2023
Koçber
Hejmara herî zêde ya pêketiyên Korona li bajarên Bakurê Kurdistanê ne
14 trm 2020
Cîhan
Li bajarên Bakurê Kurdistanê rêyên 287 gundan ji berfê hatin girtin
29 brf 2024
Cîhan
Ji bo gelek bajarên Bakurê Kurdistanê hisyariya baran û berfê hat dayîn
15 mjd 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin