Rewşa dawî ya şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê...

21 nîsan 2026 09:02

Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê agirbest û pêvajoya danûstandinê ya plankirî ya bi Îranê re gelek daxuyanî dan. Li gorî nûçeyên di çapemeniya Amerîkî de, tê payîn ku Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance ji bo hevdîtinan biçe Pakistanê. Tê ragihandin ku hikûmeta Îranê rakirina dorpêça Tengava Hurmuzê wekî pêşmerc ji bo beşdarbûna di danûstandinan de daniye.

Rewşa dawî ya şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê...

RûpelNews - Derbarê gera duyem a danûstandinên ku di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Îranê de hatine plankirin de nezelalî berdewam dike. Di hevpeyvînekê de bi The New York Post re, Donald Trump diyar kir ku eger di danûstandinan de pêşketinek çêbibe, ew amade ye ku bi rêveberên Îranê re bicive.

Trump her wiha ragihand ku JD Vance dê serokatiya tîma danûstandinê bike. Trump, ku dubare kir Îran divê dev ji bernameya xwe ya çekên atomî berde, anî ziman ku heke şert werin pêkanîn, welat dikare di rewşeke baştir de be.

"Ne Îsraîlê ez ji bo şer qaneh kirim"

Di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, Trump îdiayên ku digotin Îsraîlê bandor li aloziyên heyî yên bi Îranê re kiriye, red kir. Di daxuyaniya xwe de, Trump destnîşan kir ku êrîşên ku ji aliyê Hamasê ve di 7ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê hatibûn kirin, faktorek bûne û tekez kir ku helwesta wî ya li dijî bidestxistina çekên atomî ji aliyê Îranê ve neguheriye.

"Dorpêça Tengava Hurmuzê dê bêyî peymanekê neyê rakirin"

Trump got ku egera peymanekê a bi Îranê re dê ji peymana 2015an de hatibû îmzekirin baştir be. Trump, ku diyar kir ku ew ji bo gihîştina lihevkirinekê ne bin zevtê de ye û got,

"Ez di vî şerî de bi awayekî berbiçav bi ser dikevim." 

Trump, ku îdia kir ku hêza leşkerî ya Îranê zirar dîtiye, diyar kir ku dorpêça Tengava Hurmuzê dê bêyî lihevkirinekê neyê rakirin.

rump her wiha îdia kir ku Îran ji ber ambargoyê rojane bi sedan milyonan dolar winda dike û ku hejmareke mezin a tankerên petrolê ber bi DYAyê ve diçin.

Ji Tehranê bersiveke zelal nîne

Ji aliyê Îranê ve derbarê danûstandinan de ti bersiveke teqez nehatiye dayîn. Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan diyar kir ku nebaweriya li hemberî DYAyê berdewam e û destnîşan kir ku peyamên ji Washingtonê lihevnehatî ne.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Arakçî, di heman demê de, di hevdîtinekê de bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re diyar kir ku helwesta DYAyê ne li gorî dîplomasiyê ye. Berdevkê Wezareta Derve Îsmaîl Bekayî jî anî ziman ku kiryarên DYAyê agirbest binpê dikin. 

Hewldanên ji bo qanihkirina Îranê berdewam dikin

Çavkaniyên ku ji Ajansa Anadolu re axivîn ragihandin ku şanda Îranê, tevî geşedanên li Tengava Hurmuzê, dibe ku ji bo gera duyem a danûstandinan biçe Pakistanê.
Lêbelê, berpirsekî payebilind ê Îranê ku ji Reutersê re axivî, diyar kir ku nakokiyên li ser bernameya atomî berdewam dikin û ku mijarên parastinê, wek bernameya mûşekan, ne mijara danûstandinê ne.

Hat ragihandin ku Pakistan hewldanên xwe yên dîplomatîk didomîne da ku danûstandin pêk werin û Fermandarê Giştî yê Sererkaniya Pakistanê, Asim Munîr, di hevdîtina xwe ya bi Trump re jî diyar kiribû ku rewşa li Tengava Hurmuzê danûstandinan aloztir dike.