Rêvebirê Îsraîlî yê berê: Tirkiye nehişt Îran bê têkbirin

02 hezîran 2026 13:53

Rêvebirê saloxgeriya Îsraîlê yê berê Tamir Hayman îddia kir ku plana rûxandina rêveberiya Îranê ji aliyê Tirkiye ve hat astengkirin.

Rêvebirê Îsraîlî yê berê: Tirkiye nehişt Îran bê têkbirin
Wêne: Rojnameya Dunya

RûpelNews - Serokê Saloxgeriya artêşa Îsraîlê (AMAN) yê berê Tamir Hayman beşdarî bernameya dezgeha ragihandinê ya PBS a li Amerîkayê bû û qala planên operasyonê yên li dijî Îranê kirin. Li ser grûbên Kurdan û helwesta Tirkiyeyê ya der barê Îranê de di nav daxuyaniyên wî de derket pêş.

"Grûbên Kurdan di navenda operasyonan de dihat dîtin"

Li gor gotina Tamir Hayman grûbên Kurdan di navenda operasyonên li dijî Îranê de wek karîgeriyeke girîng dihat destnîşankirin. Wate qonaxa ewil a operasyonê ya li bakurê rojavayê Îranê dê bi piştgiriya Kurdan bihata kirin dûv re plana qonaxên din dê bihata destpêkirin.

"Tirkiye nehişt Îran bê têkbirin"

Hayman da zanîn plana têkbirina Îranê ji ber Tirkiyeyê pêk nehat. Hayman îddia kir ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump hevdîtin kir û ew qanih kir ku operasyonan bidin rawestandin, piştî vê hevdîtinê ev plana têkbirina Îranê neçû serî.

"Plana Amerîka a ji bo Ahmedînejad rast e"

Di medyaya cîhanî de behsa guhertina rêveberiya Îranê dihat kirin ku Serokomarê Îranê yê berê Mahmud Ahmedînejad bi alîkariya Amerîkayê dê bihata ser kar.

Hayman ev îddia piştrast kir û wiha got: Ahmedînejad jî wek perçeyeke ji senaryoyaya Amerîkayê dihat nirxandin û hin plan jî hebûn ku bo raya giştî nehat eşkerekirin.