Reuters: Li Tirkiyeyê, dê gelek tist biqewimin!
PeyamaKurd- Ajansa nûçeyan a Brîtanî Reutersê, piştî hilbijartinên ku duh li Tirkiyeyê bi rê ve çûn, di derbarê rewşa Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan de nivîsî.
Di nûçeya Reutersê de bal li ser dengên ku ji bo Serokomariyê hatine dayîn hat kişandin û wiha hat gotin:
“Di hilbijartinên Tirkiyeyê ku dê Hilbijartina Serokomariyê derbasî gera duyem bibe de Erdogan îmtîhana yekem derbas kir, lê di xetereyê de ye. Avantaja derûnî di destên desthilatdariyê de ye. Du hefteyên li pêşiya me, dê di dîroka Tirkiyeyê de 2 hefteyên herî dirêj bin û dê gelek tişt biqewimin.”
Reutersê di hevdîtina bi pisporan re diyar kir ku encama heyî avantajeke derûnî dide hikûmetê û dibe ku Erdogan giraniyê bide aramiyê.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku encama ku di 28ê Gulana 2023yan de derkeve holê, dê bibe yek ji biryarên siyasî yên herî girîng ên dîroka 100 salî ya Tirkiyeyê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin