Rusya: Fêmkirina Tirkiyeyê, ji bo me gelek girîng e
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên bi rêya daxuyaniyê hatin ragihandin, Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Verşinin, li ser ‘helwesta êrîşkar’ a artêşa Ukraynayê, bi awayekî berfireh rayedarên Tirkiyeyê agahdar kirine.
Hat diyarkirin ku Sergey Verşinin, di daxuyaniyê de got ku
"Me geşedanên li Ukrayna, Donbas û herêmên nû yên Rusyayê, bi berfirehî nirxandin. Me hewil da ku em di derbarê rewşa rasteqîn a li qadê de agahiyên berfireh bidin Tirkiyeyê û me bal kişand ser helwesta êrîşkar a Hêzên Çekdar ên Ukraynayê û êrîşên wan ên li ser sivîlên li Donbass û herêmên din ên Rusyayê.
Di vê çarçoveyê de ji bo me gelek girîng bû ku Tirkiye rewşa ku rêxistinên medyaya rojavayî ku mixabin berovajî radigihînin, fêm bike. Lewra gelek nûçeyên derew jî derketin holê."
Verşinin diyar kir ku hevdîtinên dawî yên navbera şanda Rus û Ukraynayê li Stenbolê hatine kirin û got,
"Divê hûn bi bîra xwe bixin ku ev hemû çawa bi dawî bû, bi tevgera êrîşkar û neçêker a Ukraynayê bi dawî bû. Berovajî vê yekê, me bi daxuyaniyan, amadehiya xwe ya ji bo dan û stendinê li ser bingeha armancên operasyona leşkerî ya taybet ragihandin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin