Rejîma Sûrî nehist NY ji bo koçberên Serêkaniyê û Girêspî kampê ava bike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Xaça Sor a Sûriyeyê rê neda ku Neteweyên Yekbûyî (NY) kampekê ji bo awareyên Serêkanîyê û Girêsipî li Hesekê ava bike.
Rawangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku Xaça Sor a Sûriyê ya ser bi rejîmê ve, rê nedaye ku Neteweyên Yekbûyî li Hesekê kampeke nû ji bo koçberên Girêsipî û Serêkanîyê veke.
Hat diyarkirin ku ji ber ew devera biryare kamp tê de were avakirin di bin desthilata rejîma Sûriyê de ye, hikûmeta Sûriyê astengiyan ji bo avakirina kampê derdixe.
Herwiha hatiye ragihandin ku hejmara koçberan zêdetirî 300 hezar kes in û nêzîkî 40 malbat niha li kampa Waşokanî ya di navbera Heseke û Tel Temir de hatine bicihkirin ku heta niha jî ji ber nehiştina parêzgarê Hesekê yê rejîmê, ti rêxistinên mirovî alîkarî pêşkêşî wan koçberan nekirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin