Rejîma Îranê yek ji wan zarok du welatiyên Kurd bidarve kirin

04 tîrmeh 2021 17:12
Rejîma Îranê yek ji wan zarok du welatiyên Kurd bidarve kirin

PeyamaKurd - Li navçeya Selmasê ya parêzgeha Urmiyê du welatiyên Kurd ên birayên hev, ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin ku yek ji wan zarok bû.

Zarokê bi navê Behaeddîn Qasimzade û birayê wî Dawid Qasimzade îro 4ê Tîrmehê li zindana Urmiyê hatin darvekirin.

Temenê Behaeddîn Qasimzadeyê ji bajarê Selmas a Ûrmiyê, di bin 18 salan de bû û ji Kanûna 2019an ve ligel birayekî xwe hatibû girtin. Dema tawana pê tê tohmetbarkirin jî ew 15 salî bûye.

Qasimzade ji ber ku beşdarî şerekî malbatî bûbû û 2 kes di wî şerî de hatibûn kuştin, dadgehê ew wek tawanbarê serekî dabû nîşan dabû û biryara darvekirinê ji bo wî dabû.

Behaeddîn Qasimzade, doh ji bo odeya yek kesî hatibû veguhestin, û îro Yekşemê li gel birayê xwe û kesekî din li zîndana Umriyê hatin darvekirin.

Rêxistina Navdewletî ya Lêborînê (Amnesty International) daxwaza bicihneanîna wê biyarê kiribû ji karbidestên Îranê kiribû û gotibû, darvekirina kesên di temenê zaroktiyê de tawanan encam didin, binpêkirina eşkere ya mafê mirovan e.

Amnesty International daye xuyakirin ku darvekirina zarokên tawanbar li dijî pabendiyên Îranê yên bi peymana mafê zarokane ku Tehranê ew peymanname îmze kiriye.