Rejîma Îranê ji ber serê xwe qot kir 74 qamçîyan li Royayê da
PeyamaKurd - Rejîma Îranê, ji ber ku di medyaya civakî de wêneyê xwe yê serqot parve kir, jina ciwan a ji Rojhilatê Kurdistanê Roya Heşmatî bi tawana 74 qamçiyan ew ceza kir. Dadgeha rejîmê ragihand ku Haşmetî bi egera ku “sincê giştî yê civakê binpê kiriye” hatiye qamçîkirin.
Roya Heşmatî ku li Tehranê dijî, ji ber ku şertê sergirtinê pêk nehanîye, ji alî dadgeha Tehranê ve cezayê 74 qamçiyan standiye û rejîma Îranê ew ceza pêk aniye.
Heşmatî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyê xwe yê ku li kuçeyê serqot dimeşe parve kiribû.
Parêzerê Roya Heşmatî Maziyar Tatayî da zanîn ku Roya, 11 roj berê li Tehranê hatiye girtin û 11 rojan di girtîgehê de maye. Dûre cezayê 11 milyon û 250 hezar riyalê Îranê lê hatiye birîn. Parêzer ragihand ku wan îtîraz li biryara dadgeha rejîmê kiriye û cezayê Roya daketiye 1 milyon û 250 hezar riyalê Îranê û piştre jî wek 74 qamçiyan hatiye veguhestin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin