Rêberê Olî yê nû yê Îranê hat ragihandin

08 adar 2026 21:28

Mucteba Xameneyî yê kurê Elî Xameneyî wekî Rêberê Olî yê nû yê Îranê hat ragihandin.

Rêberê Olî yê nû yê Îranê hat ragihandin

RûpelNews - Meclîsa Pisporan ya Îranê ragihand ku Muctaba Xameneyî, kurê Elî Xameneyî yê ku di êrîşa Îsraîl-Amerîkayê de di 28ê Sibatê de hatibû kuştin, wek rêberê nû hatiye hilbijartin.

Endamê Civata Pisporan a Îranê Elî Huseynî Eşkevarî, ragihand ku Mucebaa Xameneyî, kurê Elî Xameneyî yê ku di êrîşa 28ê Sibatê de ji aliyê Îsraîl û Amerîkayê ve hatibû kuştin, wekî rêberê nû hatiye hilbijartin.

Bi rêya medyaya civakî hat ragihandin

Eşkevarî li ser medyaya civakî diyar kir ku Civata Pisporan rêberê nû yê welêt diyar kir. Eşkewarî diyar kir ku piştî nîqaşên li Civatê, piraniya endaman li ser navê rêberê nû li hev kirine û got, "Bi îzna Xwedê, dê navê Xameneyî wek rêberê nû yê Îranê bidome."

Amerîka û Îsraîlê gef xwaribûn

Di heman demê de, berpirsên Amerîkî û Îsraîlî di daxuyaniyên xwe de diyar kiribûn ku rêberê nû yê ku dê li Îranê were diyarkirin, dê armanca wan be.

Mucteba Xameneyî kî ye?

Mucteba Xameneyî di 8ê Îlona 1969an de li Îranê ji dayik bûye. Ew kurê rêberê olî yê Îranê Elî Xameneyî ye e, ku di êrişên Îsraîl û Amerkayê de hat kuştin. Piştî ku lîse qedand, wî li ser teolojiyê xwend. Mamosteyên wî yên yekemîn bavê wî Elî Xameneyî û Mehmûd Haseşmî Şahrûdî bûn.

Hat ragihandin ku Mucteba Xameneyî, yê ku di sala 1999an de ji bo bibe mele li Qomê xwendina xwe domandibû, xwedî bandoreke xurt li ser bavê xwe bû û demeke dirêj bû wek yek ji cîgirên wî yên muhtemel dihat dîtin.