Rêberê HTSê Colanî gef li YPG û Rojavayê Kurdistanê xwarin: Heger Amerîka derkeve...
PeyamaKurd - Rêberê HTŞê ku ji aliyê gelek welatan ve wek terorîst tê naskirin, gef li YPGê û rewşa heyî ya Rojavayê Kurdistanê xwar û got, “Çarenivîsa YPGê girêdayî Amerîkayê ye, dema Amerîka derket ew jî dê derkeve. Dîmenên ketina xelkê ji balafiran li Afganistanê wê li vir jî dubare bibin.”
Rêberê Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) Muhammed El Colanî ku El Nûsreya berê ye û niha parêzgeha Idlib a Sûriyê kontrol dike, ji beşa Tirkî ya malpera Independent re behsa rewşa Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê, hebûna hêzên Amerîkî û Rûsî, helwesta li hember Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û dawîn pêşhatên li Efxanistanê kir.
Di heyama çend rojên derbasbûyî de Amerîkayê hêzên xwe bi temamî ji Efxanistanê vekişandin û ew welat ket bin desthilata Tevgera Talîbanê. Li gor Muhammed Colanî divê Amerîka waneyan ji bûyerên li Efxanistanê werbigire û got, “dagirkeriyek li welatekî, nikare daîmî berdewam bike.”
Rêberê HTŞê derbarê DAIŞê de jî got, “Ew rêxistinek in ku navê Îslamê bikar tînin, lê ziyaneke mezin digihînin Îslamê. Bûn sedem ku li welatên rojava bi çavekî xerab li Îslamê bê nêrîn û Îslamofobî mezin kirin. Li vir jî zirareke mezin dan şoreşa Sûriyê.”
Muhammed El Colanî diyar kir ku hikûmeta Sûriyê û Rûsya, bi wan re bi “zimanekî serbazî” diaxivin û got, “Em jî bi heman zimanî bersiva wan didin. Ew, siyaseta sivîl ji bo cîbicîkirina hedefên xwe yên serbazî bikar tînin.”
Li ser pêşeroja Sûriyê jî Rêberê HTŞ got, “Ez Sûriyekê dibînim ku di pêşerojê de digihije hedefên xwe. Rejîmê ji bo astengkirina vê gelek şer kir. Hetta xwest li şûna vî xelkî xelkekî din bicih bike. Tişta dihat xwest di hemû vê proseyê de ev bû. Misilmanek dê di bin sîwana Îslamê de bijî û xwe birêve bibe. Çawa li Efxanistanê îradeya xelkê bi ser ketibe, li Sûriyê jî dê heman tişt çêbibe.”
Rêberê HTŞ ku rêxistineke tundrew e û ji aliyê hejmareke zêde ya welatan ve wek “grûpeke terorîst” tê binavkirin, derbarê rewşa gelê Kurd û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de jî axivî.
Muhammed Colanî got, “Gelê Kurd, gelekî Misilman e û beşeke girîng ê Sûriyê ye. Rejîmê berî niha ji mafên herî biçûk jî Kurd bêpar kirin û hetta nasname jî nedida wan. Lê navbera rejîmê bi YPGê re baş bû ku navê nû yê PKKê ye.”
Colanî got, “Wek hûn dizanin, Abdullah Ocalan li Sûriyê dijiya. Rejîmê li dijî Tirkiyê YPG bikar anî. Amerîkayê jî bi sûdwergirtina ji zilma li ser Kurdan, YPG mezin kir.”
Di dewama gotinên xwe de rêberê wê tevgera tundrew gef jî xwarin û got, “Rêveberiya YPG ya li bakur rojhilatê Sûriyê girêdayî mayîna Amerîkayê ya li wir e. Piştî Amerîka ji Sûriyê derket, YPG jî dê derbikeve. Dîmenên ketina mirovan ji firokeyan dê li vir jî dûbare bibin. Ez ne tenê ji bo Amerîkayê dibêjim, dê ji bo Rûsyayê jî wiha be. Dema ku Rûsya çû, em dê ketina wan kesan ji esman bibînin ku xwe bi firokeyên Rûsyayê ve kirine.”
Colanî YPG wek “dijminê şoreşê” binav kir û bi teqandina bombeyan li wan herêman tometbar kir ku Tirkiyê berî niha bi navê Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê êriş bo ser pêk anîbûn û got, “Em wan ne wek beşek ji Sûriyê, lê beşek ji Amerîka, rejîm û Rûsyayê dibînin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin