Rayedarên Şamê ji bo Kobanî şaredarekê tayîn kir

06 nîsan 2026 12:27

Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, Almaz Romî wek şaredara Kobaniyê tayîn kir. Romî berê wek hevseroka Komîteya Ekolojiyê ya Rêveberiya Xweser kar dikir.

Rayedarên Şamê ji bo Kobanî şaredarekê tayîn kir

RûpelNews - Li gor rêkeftina berê hatibû kirin, diviyabû Rêveberiya Xweser a li Rojava kesek bo şaredariya Kobanî diyar bike.

Di vê çarçoveyê deRêveberiya Xweser piştî civînên li nav xwe Almaz Romî wek şaredara Kobanî dest nîşan kir. Rayedarên Şam jî ev yek pejirand û wek ferme hat ragihandin ku Almaz Romî bû şaredara Kobanî.

Tê çaverêkirin ku Romî îro dest bi karê xwe bike.