Rapora HRW: Pistî deh salan hê jî vegera penaberên Sûriyê ne bi ewle ye
PeyamaKurd – Rêxistina Cîhanî ya Şopandina Mafên Mirovan (HRW) bi sernavê “Jiyanên me yên wek mirinê: Penaberên ji Lubnan û Urdinê vegeriyane Sûriyê” belav kir ku tê de behsa binpêkirinên di salên 2017-2021ê de li penaberan hatine kirin dike.
Di raporê de tê gotin, heta rêveberiya heyî ya Sûriyê dawîyê li binpêkirinên mafên mirovan neyîne divê ti welatek zorê li penaberan neke ji bo vegerê.
Herwiha pisporê HRWê di vê raporê de hişyariyê didin û dibêjin: “Tevî ku deh sal zêdetir dem di ser aloziya Sûriyê de derbas bûye jî hê jî penaberên reviyane welatên din bi xeteriya zilma hikûmetê re rûberû ne.”
Di rapora HRWê ya ji 72 rûpelan pêk tê de, ji bilî binpêkirinên rejîma Şamê behsa kiryar û binpêkirinên komên çekdarên opozîsyonê jî tê kirin û tê gotin, niha vegera penaberan a bi dilxwazî û maqûlî nepêkan e, lewra vegera Sûriyê ji bo wan ne ewle ye ta ku ew binpêkirin werin rawestandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin