Rahênerê tîma Galatasaray bi Covid-19ê ketiye
PeyamaKurd - Rahênerê tîma Galatasaray, Fatîh Terîm bi nexweşiya koronoya nifşê nû (Covid-19) ketiye.
Rahênerê Galatasaray Fatîh Terîm, ragihand ku testa wî ya koronavîrûsê (Covid-19) pozîtîf derketiye.
Rahênerê tîma sor û derbarê vê yekê de li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek da û got:
“Li gorî encamên pişkinînê testa mina koronavîrûsê pozîtîf derketiye. Niha li nexweşxaneyê me. Meraqa min nekin. Di di demek nêz bi hêviya ku em ji hev agahdar bibin.”
Demek berê hatibû ragihandin ku cîgîrê Serokê Galatasaray Abdulrahim Albayrak jî bi Covid-19ê ketiye.
Bugün yapılan test sonuçlarına göre Corona Virüs sonucum pozitif çıkmıştır. Hastanede emin ellerdeyim. Merak etmeyin. En kısa zamanda haberleşmek üzere..
— Fatih Terim (@fatihterim) March 23, 2020

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin